Li dinyayê herî kêm li 100 bajêran problema ava vexwarinê heye

Li dinyayê herî kêm li 100 bajêran problema ava vexwarinê heye

Pîspor destnîşan kirin Stenbol jî di nav de herî kêm 100 bajêr bi xelaya ava vexwarinê re rû bi rû ne.

Cape Townê bajêra Afrîkaya Başûr bajêra ewil e ku di demsala modern de ava wê ya vexwarinê xelas bûye, pîspor destnîşan kirin Stenbol jî di nav de herî kêm 100 bajêr bi xelaya ava vexwarinê re rû bi rû ne.

Digel ku ji sedî 70yê dinyayê av be jî bes ji sedî 3yê vê avê ya vexwarinê ye.

Li dinyayê zêdetirî milyarek însanan nikarin ava vexwarinê peyde bikin û nêzî 3 milyar însanan jî di warê peydekirina ava vexwarinê de zehmetîyê dikşînin.

Di lêkolîna ku li 500 bajarên herî mezin ên dinyayê hatin kirin de hat tespîtkirin  çarîyekê van bajêran bi mişkîleya ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve bi navê “stresa avê” tê binavkirin re rûbirû ne.

Ev mişkîle herî zêde tesîra xwe li Cape Townê bajêra Afrîkaya Başûr nîşan dide. Lewra li bajêr kahnîyên ava paqij tev çikîyane.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.