Li Diyarbekir Protestoyek Mezin
Milletê Amedê û komelên sivîl, ji bo şewitandina Quranê protesto bikin, piştî limêja înê, li camiya Hezretî Suleyman civiyan. Bi alîkariya Komela Heq û Hurriyetên Însanî, protesto hat li dar xistin. Protestovana li Emrîka û Nato la’net barandin.
Milletê Amedê û komelên sivîl, ji bo şewitandina Quranê protesto bikin, piştî limêja înê, li camiya Hezretî Suleyman civiyan. Bi alîkariya Komela Heq û Hurriyetên Însanî, protesto hat li dar xistin. Protestovana li Emrîka û Nato la’net barandin.
Eskerê Emrîka li Efğanîstanê Quran û kitêbên Îslamî şewitandibûn. Ji ber vê yekê jî, li hemî bajarên Efğanê, protesto dest pê kiribûn û kêmhindik 12 kes di protestoyan de, ji alî eskerên Emrîka û Nato ve hatibûn qetil kirin.
Li welatê muslumana, van heqaret û kuştin tên protesto kirin. Li Diyarbekir jî, bi amanca tel’în kirina vê heqaretê, ji millet hijmarek mezin bi tekbîr û slogana çûne mizgefta Hezretî Suleyman. Li wir piştî limêja cum’ê, bi xwendina beyenatê protesto dest pê kir. Millet li wir bi slogan û afîşên xwe, la’net li Emrîka û Nato barandin. Gotin “Em Kurdê musluman in, fedaiyê Quran in. Xweda heye ğem tune ye. Ji bo zalim û dijminên Quranê, bijî cehennem.”
Serokê Komelê, beyanat xwend. Diyar kir ku hazir in ji bo Qurana kaniya hizûr û hîdayeta xwe re her fedekarî bikin.
Zûlm û xebîsiyên Emrîka hatin gotin. Li mezin û îdarevanên xelq û welatên muslumana jî gazî hat kirin ku ji zulm û polîtîkayên şeytaniyê Emrîka re nebin şerik û xîzmetkar û peymanên xwe yên eskerî, siyasî û aborî yên bi Emrîka re bi dawî bikin, yan na wê agir wan jî bişewitîne. (Ferman Çiyayî- Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.