Li Dîyarbekirê 149 kesên ku ji ber sûcên cûrbecûr dihatin lêgerîn hatin girtin

Li Dîyarbekirê 149 kesên ku ji ber sûcên cûrbecûr dihatin lêgerîn hatin girtin

Li Dîyarbekirê, 149 kesên ku ji ber sûcên cûrbecûr ên wekî tiryak û dizî dihatin lêgerîn, hatin girtin.

Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Dîyarbekirê ji bo girtina kesên ku lê digerin xebatên xwe didomîne.

Bi tevahî 149 kes hatin girtin, di nav wan de kesên ku ji ber sûcên narkotîkê, fuhuş û diziya giran dihatin xwestin jî hene. Di nav van kesan de 1 kes bi cezayê 20 sal an jî zêdetir, 8 kes bi cezayên di navbera 10-20 salan de, 14 kes bi cezayên di navbera 5-10 salan de, 87 kes bi cezayên di navbera 2-5 salan de, û 39 kes bi cezayên di bin 2 salan de hene.

149 kesên ku hatine desteserkirin sewqî meqamên edlî hatine kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.