“Li Diyarbekirê 16 endamên çeteyekê hatin girtin”

“Li Diyarbekirê 16 endamên çeteyekê hatin girtin”

Li Amedê 16 kesên ku di tarîxên cûr bi cûr de ji ber îddîaya beşdarî sûcan bûne hatin girtin

Li Diyarbekirê 16 kesên ku di tarîxên cûr bi cûr de ji ber ku dikandaran gef kirine, zext li ser xelkê kirine, di nava bajar û giştîyê welat de ticaret û bazirganîya tiryakê kirine û ji ber sûcên mîna wan kirine ji  hêla mehkemeya ku lê dihatin darizandin ve hatin girtin.

Di ser girtina  herî dawî ya ku polîsan 24ê Nîsanê ya 2015an de li Amedê kiribûn de ev kes hatin bin çav kirin; (G.B.), (E.Y.), (R.E.), (S.A.), (M.D.), (M.Ş.E.), (K.S.), (F.E.), (M.A.), (A.K.), (E.A.) ve (R.A.).

Li gor îddîayan digel van kesan di malên wan de;2 çek, 3 şarjor, 34 gulle, 2 sator , 10 gram tiryak û 98 hebên cureyên tiryakê jî hatin girtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.