Li Diyarbekirê afîşên ‘Yasîn Belavkirina Qurbanan Didomînin’ hatin daleqandin

Li Diyarbekirê afîşên ‘Yasîn Belavkirina Qurbanan Didomînin’ hatin daleqandin

DİYARBEKİR - Ji teref Banqaya Zad a Deriyê Ûmudê ve li cûrbecûrên cihên bajêr afîşên ‘Yasîn Belavkirina Qurbanan Didomînin’ hatin daleqandin.

Banqaya Zad a Deriyê Ûmudê ya Diyarbekirê ya  ku her sal ji bi deh hezaran kesên mexdûr û feqîr re alîkariyê dike û ji wan re goştê qurbanan belav dike, di çarçoveya Kampanyaya Qurbana îsal de li cûrbecûrên cihên bajêr afîşên ‘Bila Qurbana Te Ji Biratiyê re be, Yasîn Belavkirina Qurbanan Didomînin’ daleqand.

Di derbarê kampanyaya ku hatiye destpêkirin de Serokê Bankaya Zad a Deriyê Ûmudê Sidiq Furqan destnîşan kir amadehiyên wan bi dawî bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Ger ku birayên me dibêjin ‘ez jî wek Yasînan dixwazim goştê qurbanan belav bikim’ em li benda wan in.Amadehiyên me yên ji bo Îda Qurbanê bi dawî bûn.Em ê roja înê belavokan belav bikin.Înşaallah em ê di vê îdê de ji 10 hezar malbatên feqîr re goştê qurbanan belav bikin.Em hêvî dikin temamê kesên xêrxwaz destekê bidin vê kampanyayê.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.