Li Dîyarbekirê agir bi zevîyê ket û ber bi xanîyan ve diçe

Li Dîyarbekirê agir bi zevîyê ket û ber bi xanîyan ve diçe

Agirê ku li gundê Qirtê ya navçeya Rezan a Dîyarbekirê li zevîyeke genim derket, ji ber bayê zû belavî devera niştecihbûnê bû. Gelek deverên çandinî bûn xwelî.

Li gundê Qirtê ya navçeya Rezan a navenda Dîyarbekirê, agir bi zeviyeke genim ket û panîk çêbû. Sedema şewatê ku ji ber bayê li qadeke berfireh belav bû, hêna jî nehatiye diyarkirin.

Her ku agir gurtir dibû, agir gihîşt taxa niştecihbûnê. Her çend niştecihên bajêr ji bona ku agir belavî malên xwe nebe jî hewlên mezin dan, hat ragihandin ku gelek zeviyên genim şewitîne.

Ekîbên îtfaîyeyê piştî xeberdayînê sewqî herêmê hatin kirin û dest bi vemirandina agir kirin, her wiha gundiyan jî bi tankerên avê yên ku bi traktoran ve girêdayî bûn, di vemirandina agir de alîkarî kirin.

Li gel hewldanên zêde yên ekîb û welatiyan, hate hînbûn ku agir hêna jî bandorê li hinel deveran dike. Her çend hewldanên kontrolkirina agir berdewam dikin jî, tedbîrên sarkirin û ewlehiyê li herêmê hatine zêdekirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.