Li Diyarbekirê Beyanata Medyayî

Li Diyarbekirê Beyanata Medyayî

Komela mensûbên medyayê ya dıyarbekırê lı meydana şêx seîd, jı alıyê pkkê ve revandına alî adıyamanê rojnamegerê ajansa îlkeyê bı beyanata medyayî şermezar kır û derhal berdana wî xwest.

Komela Mensûbên Medyayê ya Diyarbekirê li meydana Şêx Seîd, ji aliyê Pkkê ve revandina Alî Adiyamanê rojnamegerê Ajansa Îlkeyê, bi beyanata medyayî ya girseyî şermezar kir.

Temsîlkarên medyaya herêmî û neteweyî, saziyên civaka sivîl û welatî tevlî beyanata medyayî bûn.

Li meydanê panqarta ku li serê “Faşîst Pkk! Derhal Alî Adiyamanê rojnameger berde” nivîsandîbû hat vekirin. Di panqartên din de jî nivîsên “Do Jîtem Îro Pkk” “Li ciyê ku qelem bêdeng dibe, sîleh dipeyive” “Mît û Pkk bi hev re, li xelkê kurd zulmê dikin” hebûn.

Beyanata medyayî ji aliyê serokê komela DÎMEDê Mahmût Îrtem ve hat xwendin. Îrtem di beyanatê de li ser teferruatên hedîseya revandinê sekinî û got ku malbat û muhîbên wî, ji heyata wî endîşe dikin.

Her wiha hat gotin ku şebekeyên qirêj, bi salan e ev herêm kirine gola xwînê, ji ber van zulm û zorbatiyan herî zêde xelkê kurdê mezlûm ê li herêmê êşiyaye.

Berdana Alî Adiyamanê rojnameger hat xwestin û weha hat îfadekirin:

“Em êrîşên bi vî rengî yên Pkkya di binê nîrê hêzên tarî de, şedîd û bi nefret şermezar dikin.” 

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.