Li Diyarbekirê cebilxanê hat bidestxistin

Li Diyarbekirê cebilxanê hat bidestxistin

Di encama operasyonên ku Li Diyarbekirê hatine kirin de çekên lûle dirêj û cebilxanê hat bidestxistin.

Li Diyarbekirê operasyonên ku li dijî PKKê hatibûn dest pê kiribûn  hê jî didomin.Hat ragihandin li navçeya Sûra Diyarbekirê di operasyona ku hat kirin de 12 keleşkof , 2 roketavêj, 3 bombeyên desta û gelek zêde cebilxana hat bidestxistin.

Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de Walîyê Diyarbekirê Mustafa Aksoy wiha ragihand: “Li Taxa Fatîh Paşaya navçeya Sûra Diyarbekirê di operasyonekê ku hat kirin de 12 keleşkof, 2 roketavêj, 3 bombeyên desta, 35 şarjorê keleşkofê yên dagirtî, 4 hezar û 24 fîşek, 890 guleyên Bîxîyê, 38 bombeyên ku bi destan hatine çêkirin û gelek zêde cebilxane hat bidestxistin.”

Walî Aksoy destnîşankir ku di derbarê mijarê de tehqîqet hê jî didome.(ÎLKHA)











 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.