Li Diyarbekirê cebilxane hat bidestxistin
DİYARBEKİR - Li Baglara Diyarbekirê ya ku qedexeya derketina derve lê berdewam dike di operasyonên ku hatin kirin de gelek zêde muhîmat û çek hatin bidestxistin.Di operasyonan de polêsek jiyana xwe ji dest da û 10 PKKyî jî hatin kuştin.
Di derbarê mijarê de ji teref Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy ve daxuyaniyek hat dayîn, di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin di operasyonên ku berdewam dikin de polêsek jiyana xwe ji dest daye û 16 polês jî birîndar bûne.Aksoy dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di operasyonên ku hatine kirin de 10 endamên rêxistina terotê hatine kuştin û 16 jê birîndar tevde 23 kes jî hatine binçavkirin.Li navçê 50 barîkat û 10 çalên ku ji teref rêxistinê ve hatine vedan hatine dagirtin.”
Walî Huseyîn Aksoy di derbarê lêgerînên ku li heremê hatine kirin de diyar kir gelek zêde cebilxane hatiye bidestxistin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di operasyonan de 10 Roketavêj, 440 lib berikê roketavejê, 81 çekê lûle dirêj, 120 hezar û 70 lib berikên çekê lûle dirêj, damençeyek û 2 şarjorê wê, 90 bombeyê destan, 22 teqemeniyê ku hatine amedekirin, 5 telefon, 18 ton û 875 kîlo alavên ku di teqemeniyê de tên bikaranîn, 2 kamere, 2 dûrbînê çekan,22 êlek û gelek alavên din hatin bidestxistin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.