Li Diyarbekirê çek hat bidestxistin

Li Diyarbekirê çek hat bidestxistin

Li navçeya Baglara Amedê operasyon li malekê hat kirin, di encama operasyonê de gelek çekên ku tê diyarkirin yên PKKyîyan in hatin bidestxistin.

Li taxa Korhata Baglara Amedê di maleke kavil de lêgerîn hat kirin.Di encama lêgerîna ku hat kirin de çek, teqemenî û alavên teqemenîyê hatin bidestxistin ku tê diyarkirin ev tiştên ku hatine bidestxistin yên PKKyîyan in.

Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin di maleke kavil a ku lêgerîn tê de hat kirin de 3 keleşkof, roketavêjek, 5 carcûrên keleşkofê, 98 berikên keleşkofê, damençeyek, 14 bombeyên ku bi destan hatine çêkirin, qutîyek torpil, 100 kîlo amonyum nîtrat,25 kîlo sodyum klorat û 3 kîlo şekirê toz hatîye bidestxistin.

Di dumahîya daxuyanîyê de hat diyarkirin di derbarê mijarê de tehqîqet hatîye destpêkirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.