Li Diyarbekirê dest danîn li ser 287 hezar û 653 lître sotemen

Li Diyarbekirê dest danîn li ser 287 hezar û 653 lître sotemen

Li Amedê di ser de girtina firmaya sotemenîyê de dest danîn li ser 287 hezar û 653 lître sotemenî. Hat diyar kirin ku sotemenî di bihaya trîlyonek û 500 milyarê de ye.

Li Diyarbekirê di dema encama pîvana markerê ya benzîna ku ji fîrmayekî hatîye kirîn nêyînî derdikeve dest dideynin li ser sotemenîya  wê fîrmayê.

Di derbarê bûyerê de walîtî jî daxuyanîyek da . Di daxuyanîya ku hatîye dayîn de wiha hat diyar kirin: “ Di 24ê Hezîrana 2015an de  benzîna ku ji bo erebeya sazîya gelemperî hatibû kirîn di pîvana markerê de encamêkî nêyînî derket.  Ji ber vê sedemê polîs  dest danî li ser 5 hezar 962 û lître benzîna di tankere de. Her wiha di pîvanên ku li firmaya ku jê benzin hatibû kirîn de jî encamên nêyînî derketin. Ji ber vê yekê ji teref polîsan ve dest danîn li ser sotemenîya ku di depoyên fîrmayê de bûn. Sotemenîya ku dest li ser hatîye dayîn di bihaya trîlyonekî 438 mîlyar û 268 lîre de ye.”

Di derbarê bûyerê de gumanbarek hat binçavkirinû lêpirsîn hêj didome.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.