Li Dîyarbekirê di navbera du malbatan de şerê avê: Mirîyek

Li Dîyarbekirê di navbera du malbatan de şerê avê: Mirîyek

Li gundê Fişata navçeya Farqînê Î.A. yê 28 salî dema ku diçe avê bîne dûçarê êrîşê gundîyên Berbûşê hat û canê xwe ji dest da, derheqê bûyerê de 2 kes jî hatin girtin.

Bûyer, di 5ê Îlonê de li gundê Fişatê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Î.A. yê (28) ku ji gundê Berbûşa Farqînê ji bona ku bi tankêrê avê bîne çûye gundê Fişata Navçeya Hezroyê, ji teref gundîyan ve pêşîya wî hat girtin û dûçarê êrîşa çekdarî bû.

Î.A.yê ku ji Nexweşxaneya Dewleta Sîlvan Dr. Yusuf Azîzogluyê re hat rakirin, digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Piştî otopsîya ku hat kirin cenazeya Î.A. li gundê Berbuşê hat definkirin.

Di encama tehqîqata ku hat kirin de 5 kes hatin binçavkirin.

Ji şikdaran R.E. û S.E. hatin girtin û ji hefsê re hatin şîyandin.

C.E., K.E. û H.E. jî bi kontrola edlî hatin berdan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.