Li Dîyarbekirê di pirêza nêzê balafirgehê de agir derket
Li Dîyarbekirê di erdek nêzê Balafirgeha Dîyarbekirê de şewata pirêzeyê derket, ekîbên îtfaîyeyê di nav zor û zehmetîyê de midexele kirin.
Şewat, li taxa Baxcilar a navçeya Rezan pêk hat.
Li nêzê Balafirgeha Dîyarbekirê şewateke ku hêj sedema wê nayê zanîn derket.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên îtafîye, tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Şewata ku derket li derdorê bû sedemeke panîkek mezin, lê ekîbên îtfaîyeyê bi lez û bez midexeleyê şewatê kirin û agirê vemirandin.
Derheqê sedema derketina şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.