Li Diyarbekirê qeza: 7 mirî 16 birîndar

Li Diyarbekirê qeza: 7 mirî 16 birîndar

Li Diyarbekirê di qezaya ku pêk hat de di nava wan de xwendevan jî hebûn tevde 7 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li Diyarbekirê serwîsa xwendevanan û TIRek li hev qelibîn.Di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin qeza li ser rêbeja Pasûr û Licê pêk hat.Di qezaya ku pêk hat de di nava wan de xwendevan jî hebûn tevde 23 kes birîndar bûn.Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê. Li nexweşxanê her çiqas hewl hatibin dayîn jî 7 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat hînbûn hinek kesên birîndar ên ku rewşa wan giran bû  sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hatine kirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.