Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: 2 mirî

Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: 2 mirî

DİYARBEKİR - Di qezaya ku li Diyarbekirê pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Li Diyarbekirê otomobîl û mîdîbusek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de  2 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza di derdora seat 19.00an de li ser 25emîn kîlometreya rêbeja Diyarbekir-Elezîzê pêk hat. Di qezaya ku pêk hat de kesê bi navê Çagri Onur Gulenay û kesê li ba wî jiyana xwe ji dest dan û 2 jê giran tevde 9 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)











 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.