Li Diyarbekirê qezaya zincîrî: 2 kes bi giranî birîndar bûn
Li Bulvara Rihayê ya Diyarbekirê di qezaya zincîrî ya ku 3 wesayît tevlî bûn de, 2 kes bi giranî birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya navşarî ya Diyarbekir-Rihayê çêbû.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, li ser rêya Diyarbekir-Rihayê, otomobîla bi plaqeya 27 L 9783 û mînîbusa bi plaqeya 30 D 2083 ku ji ser qewşaxa Pira Nexweşxaneya Zayînê ber bi qewşaxa Pira Halanû ve diçûn li hev xistin.
Bi bandora lihevxistinê, mînîbus ji bariyeran derbas bû û ber bi şerîdê dijber ve hat avêtin.
Wesayîta ku hat avêtin, li otomobîla bi plaqeya 21 AAN 881 ku ji aliyê dijber dihat xist.
Di qezaya zincîreyî ya ku hat holê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.
Bi agahdarkirinê re tîmên tenduristiyê sevqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî destwerdana yekem a li cihê qezayê, birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê.
Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.