Li Dîyarbekirê qezaya zîncîrî: 4 wesayît li hev qelibîn
Li ser rêya Dîyarbekir-Mêrdînê di qezayeke trafîkê ya zincîrî ku çar wesayît tê de bûn de, du kes birîndar bûn, jineke ducanî ya ku panîk kiribû jî li cîhê bûyerê hat tedawîkirin.
Qeza, li dora saet 5:00ê êvarê li taxa Palûkê ya li ser rêya Dîyarbekir-Mêrdînê qewimî.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plakaya 21 DB 019 ku ber bi Çinar a Dîyarbekirê ve diçû, ji bo ku li zarokekî ku li pêşiya wê direviya nexe, ji nişka ve firên girt. Wesayîtên bi plakaya 23 AU 580, 21 EK 800, û 01 B 1583 ku di heman alî de diçûn, nekarîn di wextê xwe de rawestin û ketin qezayek zincîrî.
Di qezayê de, şofêrê wesayîta bi plaqeya 01 B 1583 (SD) û şofêrê wesayîta bi plaqeya 21 EK 800 sivik birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristi xû polês hatin sewqkirin.
Piştî midexeleya ewil a li cihê qezayê, mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin, jineke ducanî ku di dema qezayê de panîk kiribû, ji teref ekîbên tenduristî ve di bin çavdêriyê de hat girtin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.