Li Diyarbekirê şerê bi kêran: 2 kes birîndar bûn

Li qezaya Rezan (Bağlar) ya Diyarbekirê, di şerê bi kevir, dar û kêran de yê ku di navbera du koman de derket, 2 kes birîndar bûn.

Bûyer, li ser Kolana Yenihalê ya Taxa Bağcılarê pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, nîqaşa devkî ya ku di navbera xwediyên milkê kargehekê û kirêgiran de derket, veguherî şerê bi kevir, dar û kêran. Di şerê ku derket de 2 kes birîndar bûn; birîndar piştî destwerdana yekemîn a tîmên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê, bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

Piştî ku eqrebayên kesên tevlî şer bûne hatin cihê bûyerê û camên kargehê hatin şikandin, hejmareke zêde tîmên polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Dem bi dem di navbera eqrebayên aliyan û tîmên polîsan de rageşî bilind bû.

img-20260528-201541.jpg

img-20260528-200415.jpg

img-20260528-200105.jpg

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.