Li Dîyarbekirê şerê çekdarî: 2 jê giran 3 kes birîndar bûn

Li Dîyarbekirê şerê çekdarî: 2 jê giran 3 kes birîndar bûn

Li navçeya Kayapinara navenda Dîyarbekirê di navbera du alîyan de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de 2 jê giran 3 kes birîndar bûn.

Bûyer, doh di saet 16.00an de li kolana 477emîn a Taxa Peyasa navçeya Kayapinarê pêk hat.

Li gorî îddîayan, mirovên ku xizmên hev in û ji ber erdan li hev nekirine li kolana 477emîn de leqayê hev hatin. Alîyên ku hevdu dîtin bi hev re bi gotinan nîqaşê kirin, nîqaşa ku berdewam kir bi derxistina çekan ji şerê çekdarî re veguherî. Di encama şerê çekdarî de 3 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa du birîndaran giran in.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.