Li Diyarbekirê Skandala Otopsiyê

Li Diyarbekirê Skandala Otopsiyê

Do bi şev li texma gundê Avgewra li ser rêya Diyarbekir û Mêrdînê qeza trafîkê qewimî...

Do bi şev li texma gundê Avgewra li ser rêya Diyarbekir û Mêrdînê qeza trafîkê qewimî û di hedîseyê de Ayhan Ari can da. Cenazeya wî ji bo otopsiyê, di 9ê şevê de anîn nexweşxaneya dewletê ya Selahattîn Eyyûbiyê ya Diyarbekirê.

  Lê diktorê tiba edlî bi şev hatine nexweşxaneyê red kir. Malbata biêş heta 9ê sibehê digel cenazeyê li korîdorê ma. Malbatê li ber vê şolê bertek nîşan da û îfade kir ku tiştekî rûreşiye cenazeyê ewqasî didin sekinandin. Malbatê gazî rayedaran kir ku ji bo tevgera diktor bêdeng nemînin.

  Xalê kesê candayî Şîrîn Bardakçi ji Ajansa Îlkeyê re îfade kir ku tewra diktor li dijî însaniyetê ye. Ji merivên Ayhan Ari Vahdî Bademcî jî gazî rayedaran kir ku ji bo tewra diktor gavan bavêjin.

  Hat gotin ku bi emrê sewcî li nexweşxaneyê tewra diktor hatiye raporkirin û zebitkirin

                                    BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.