
Li Diyarbekirê teqîn :8 esker birîndar bûn
DİYARBEKİR - Li ser Rêbeja Farqîn û Diyarbekirê di dema derbasbûna wesayîta eskeriyê de teqîn pêk hat.Li gor agahiyên ku hatine wergirtin 8 esker birîndar bûne.
Hat ragihandin teqîna ku li ser Rêbeja Farqîn û Diyarbekirê li nêzî gundê Kagitliyê pêk hat.Di teqîna ku pêk hat de 8 esker birîndar bûn. Hat hînbûn gelek ambûlans sewqî cihê teqînê hatine kirin.
Her wiha di derbarê teqînê de ji teref Walîtiya Diayrbekirê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin di derdora seat 10.25an de li ser Rêbeja Farqîn û Diyarbekirê li nêzî gundê Kagitliyê di dema derbasbûna wesayîta leşkeriyê de teqemeniya ku berî niha hatibû bicîkirin hat teqandin.Di encama teqîna ku pêk hat de 8 esker birîndar bûn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.