Li Dîyarbekirê wesayît teqle avêt
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê wesayîtek ji rê derket û teqle avêt, di encama qezayê de kesek birîndar bû.
Qeza, li Bûlwara Qamişlo ya navçeya Rezan pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîteke ku li Bûlwara Qamişloyê di rê de diçû, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqle avêt.
Di encama qezaya ku pêk hat de şofêr birîndar bû.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Şofêrê birîndar piştî midexeleya ewil ji nexweşxaneyê re hat rakirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.