
Li DYEyê jimara miriyan derket 50yan
WASHÎNGTON - Li Florîdaya DYEyê çalakiya çekî li qluba hevzayendan hat lidarxistin. 50 kes mirin û 53 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Orlandoyê ya girêdayê eyaleta Florîdayê çalakiya çekî li qluba bi navê Pulse ya hevzayendan hat lidarxistin. Di encama çalakiya çekî de 50 kes mirin û 53 kes jî birîndar bûn.
Tê ragihandin ku ev çalakî ji teref Omer Mateenê ku ji eslê xwe Efxanîstanî û wek welatî jî hemwelatiyê DYEyê ye.
Piştî êrîşê polêsan li hawîrdor pêşgiriya ewlehiyê girtin.Hat rahihandin ku li bajarê Orlandoyê rewşa neasayî hatiye îlankirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.