Li Edenê êrîşa bikêr: Mirîyek

Li Edenê êrîşa bikêr: Mirîyek

Li navçeya Seyhana Edenê şexsek bikêrê hat kuştin.

Li çarşûya Melekgîrmeza navçeya Seyhanê, Eyûp Kuçukyilmaz (39) di lokanteyekê de  ji teref 2  kesên ku nasnameyên wan nediyarin ve bi derbeyên kêran hat kuştin.

Bûyer duh li dor saet 19.00an de di lokanteyekê ku li çarsûya Melekgîrmezê de bû pêk hat. Kuçukyilmaz bi ambulansa ku hat cihê bûyerê ra kirin nexweşxanê. Lê belê digel temamê hewldanan Kuçukyilmaz jiyana xwe ji dest da.

 Li gor îdiayan Kuçukyilmaz berî niha jî gelek caran lê gef hatîye xwarin.

Polîs kamerayên ku li cihê bûyerên bûn lêkoland da ku qatilên bûyerê bi dest bixe.

Her wiha tê îdia kirin ku Kuçukyilmaz duh serê sibê çûye navenda polîsan û ji ber gef lê hatîye xwarin ji M.K yê gilîdar bûye.(İLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.