Li Edenê Operasyona Narqotîkê

Li Edenê Operasyona Narqotîkê

Li Edenê bi 1500 polîsî operasyona narqotîkê hat rastkirin. Di operasyona li nav bajêr de 20 kes hatin binçavkirin.

Li Edenê bi beşdarîya 1500 polîsî, li ser firoşkerên narqotîkê operasyon hat rastkirin.

Li Seyhanê li Mehella Yenîbeyê, Yekîneyên li ber narqotîkê, Hêzên asayîş û çalak, polîsên li dijî qaçaxçîtîyê, tîmên hereketa xusûsî danê sibehê bi alîkarîya helîkoptêran, operasyon birin ser firoşkerên narqotîkê.

Tîm û toma û panzer jî tevlî operasyonê bûn û li 26 edresên ku berê bi xebat û teqîbên teknîkî hatibûn tesbîtkirin lêgerîn hat kirin.

Hat îddîakirin ku di lêgerînê de 6 demançe, satorek, êlegeke pola, 3 sîlehên pompeyî, tifingeke nêçîrê û 140 fîşekên wan sîlehan û hinek esrara ku ji bo firotinê hatibû amadekirin hatin bidestxistin.

Polîs di operasyonê de 20 kes binçav kirin.

cinarinsesi.com

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.