Li Edenê pîrek ji bona ‘Aylan Nemirin’ meş li dar xistin

Li Edenê pîrek ji bona ‘Aylan Nemirin’ meş li dar xistin

Pîrekên Edeneyî yên ku ji bona balan bikşînin li ser Sûriyeyiyên ku di behrê de dixeniqin daxuyanîyeke çapemeniyê ya bi navê ‘Bila Aylan Nemirin!’tertîb kirin.

Komeleya Piştevanî û Perwerdehiya Gokkuşagiya Edenê ji bona balan bikşînin li ser Sûriyeyiyên ku di behran de dixeniqin daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê nêzî sed pîrek digel zarokên xwe meşiyan.

Pîrekên ku li Parka Înonû civiyan di destê xwe de dowîz û pankartên ku fotografên Aylanê Kurdî û kesên penaber ên ku di behrê de xeniqîbûn girtin.Koma pîrekan bênavbir tekbîr anî.

Daxuyaniya çapemeniyê bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û dûvre daxuyanî ji teref Şeymanur Yildizhan ve hat xwendin. Yildizhan di daxuyaniya ku xwend de diyar kir ew ji bona balan bikşînin li ser mirina penaberan xwe berdana kolanan.

Yildizxan di daxuyaniya ku xwend de di derbarê mijarê de wiha diyar kir: “Êdî mirina zarokên Sûriyeyî nabe xema tu kesî.Ew kesên Sûriyeyî yên ku jiyana xwe ji dest didin ne hejmarek in ew can in. Sebeba vê tabloya penaber û Sûriyê, dewletên Rojavayî ne. Divê ev meselê  ji teref dewletên Îslamî ve di nava xwe de were çareserkirin.”

Piştî daxuyaniyê koma pîrekan qederekî meşiyan û dûvre dîlekçeyên ku di derbarê mirinên kesên Sûriyeyîyan de daxwaza çareserî û tedbîran nivîsandibûn ji rayedarên hikûmetê re bi rêya faksê şandin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.