Li Edenê şehîdên Îslamê hatin bibîranîn
Li Edenê di bernameya ku Şehîdên Îslamê hatin bibîranîn de hat diyar kirin ku dê Kerwana Şehîdan heta qiyametê bidome.
Ji teref Komeleya Mekteb, Perwerdehî û Çandî (MEKTEB DER) ya ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember e ve bi navê ‘Şehadet’ê bernamek hat lidar xistin. Di bernameya ku şehîdên Îslamê hatin bi bîranîn de Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk axivî. Çelîk di derbarê fezîleta şehîdan de axivî û diyar kir ku dê Kerwana Şehîdan heta qiyametê bidome.
Bername di Navenda Çandê ya Ramazanogluyê de di saet 19.30an de bi tîlaweta Qur’ana Pîroz re dest pê kir. Di bernamê de giringiya mertebeya şehadete hat axavtin.
“Şehîd dê di behîştê de bi pêxember,sidiq û salihan re hevaltî bikin”
Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk wek gotarvan beşdarê bernamê bû. Çelîk di axavtina xwe de ayeta pîroz ya “Kî ji Xwedê Teala û Resûlê wê re îtaet bike dê ew bi pêxember, sidiq, şehîd û salihan re bibe. Ev çi hevalên qenc in. (Nîsa Suresî 69)” anî bibîranîn û diyar kir ku şehîd dê di behîştê de bi pêxember, sidiq û salihan re hevaltî bikin.
“Pêxemberê me jî şehadetê pir dixwest”
Çelîk destnîşan kir ku şehîd şahidên Xwedê Teala yên li ser rûyê dinê ne û dûvre diyar kir ku Pêxemberê Îslamê (rxl) ji bo ku bal bikêşe ser vê mijarê wiha axiviye: “Qesem li wê Xwedayê ku nefsa Muhemmed di destê xwe de digire ez dixwezim ku di rêya Xwedê Tewala de ceng bikim û bibim şehîd, dûvre dûbare ceng bikim bibim şehîd, dûvre dûbare ceng bikim bibim şehîd. Ez vê yekê çiqas dixwazim.”
“Şehîd, aşiqin; aşiq jî namirin”
Çelîk diyar kir ku di Qurana pîroz de jî hatiye diyar kirin ku şehîd namirin. Ew di cem Xwedê Teala de tên riziq kiirin. Dûvre Çelîk axavtina xwe wiha domand: “Lewra şehîd, aşiqin. Aşiq jî namirin. Yunus wisa dibêje. Mewlana wisa dibêje. Şehadet eşqek e. Eşq 2 rekaet nimêj e ku mirov desmêja xwe bi xwînê digire. Ji ber ku şehîd bi wê nimêja ku bi xwînê desmêj girtiye diçe kêleka Xwedê Teala, Xwedê Teala jî mertebeyên pak û mezin dide wan kesan.”
Çelîk diyar kir ku şehîd wek findê ji bo ku derdora xwe rûnî bike canê xwe fida dike. Dûvre Çelîk axavtina xwe wiha domand: “Xwedê Teala ecela her qewmê diyar kiriye. Însan jî ji bo ku bimire hatiye xulq kirin. Îmam Huseyn wisa dibêje. ‘Tişta herî baş ya ji bo vê canê ku ji bo mirinê hatiye xulq kirin ew e ku ji bo Xwedê Teala bimire.’ Madem ku em ji bo mirinê hatine xulq kirin divê ku em ji bo Xwedê Teala bimirin. Şehîd, şahidiya vê yekê dikin. Ev mertebe wisa bilinde ku hemî pêxemberan vê mertebe xwestine. Bi vê eşqê Hz Zekeriya bi birekê xistin du perçe. Bi vê eşqê bû ku Hz Îbrahîm avêtin agirê. Bi vê eşqê bû ku Hz Îsa îşkenceya çarmixê da ber çavên xwe.”
Her wiha Çelîk diyar kir di qerna ku em tê de dijîn de di erdnîgara Îslamê de Hasan El Benna, Seyyîd Kutub, Abdulkadîr Udeh, Şêx Ahmed Yasîn, Abdulkadîr Molla, Şêx Se’îd, Atif Xoceyê Îskîlîpî û gelek rêberan bersiva bangewaziya şehadetê kirine û dê ev yek her wext hebe.
“Şehîdên me ji bo vê doza pîroz canên xwe fida kirin”
Çelîk diyar kir ku dê Kerwan Şehîdan heta qijyametê bidome. Ji ber vê yekê divê ku her tim şehîdên Îslamê yên di vê erdnîgarê de werin yad kirin. Her wiha Çelîk diyar kir ku Şehîd Abdusselam di bin îşkenceyan de dema ku tekbîr dianî şehîd bû. Bi hezaran birayên Şehîd Abdusselam hene. Dûvre Çelîk wiha axavtina xwe domand: “Ey Şehîd Abdulselam! Di vê erdnîgarê de bi hezaran kes wek te hatin binçav kirin, îşkence li wan hat kirin û wan avêtin zindanan. Di gel vê yekê îxanetê li doza te nekirin. Dîsa Şehîd Aytaç, Şehîd Yasîn, Şehîd Riyad, Şehîd Hasan, Şehîd Huseyîn, Şehîd Cumalî û gelek kesên wek van bi terbiya vê dozê mezin bûn. Ev ji bo heya û edebê mînak bûn. Wan ji bo vê doza pîroz canên xwe fida kirin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.