Li Edîrnê çem ser ve çûn

Li Edîrnê çem ser ve çûn

Li Edîrnê ji ber barana ku zêde barîya çemên Tunca û Merîçê dikin ser ve herin ku ev yek jî tesîrekek neyînî li ser jiyana xwe rojane dike.

Ji ber barana ku zêde dibare û ji ber helîna berfên li Bulgaristanê çemên bi navê Tunca û Merîç ên li Edîrnê dikin ser ve herin ku ev yek jî dibe sedema xetereyan. Ji ber ku li gundê bi navê Degîrmenyenîyê çem li ser ve çûn av da hundirê hinek malan û hinek mekîneyên kar di bin avê de man.

Her wisa ji ber ku çem li ser ve çûn gelek pirên ku ji ser wan hatin û çûyîna wesayîtan gelek zêde bû ji trafîkê re hat in girtin.

Walîyê Edîrnê Gunay Ozdemîr  derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Ozdemîr di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de diyar kir li çemên Merîv û Tuncayê yên ku ji ber barana zêde li ser ve çûne lêkolîn hatine kirin û bo vê yekê masayeke qeyranê hatiye damezrandin. Walî her wisa diyar kir ew vê qeyranê nexasim bi rayedarên Bulgar re rojane taqîb dikin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.