Li Efğanîstanê Êrîş
Di Dawetekê De Bombe Teqiya:25 Kuştî, 60 Berîndar
Xeberan diyar kir ku li bakurê Efğanîstanê, li eyaleta Samanganê, li Aybekê, di dawetekê de, yekî bombeyê bi xwe ve girêdabû teqand. Di teqînê de, zêdetirî 25 kes hatin kuştin, 60 kes jî birîndar bûn.
Hat gotin ku teqîn di daweta keça wekîlê meclîsa Efğanê û qomandarê herêma bakurê Efğanê yê di herba li ber Rûs de Ehmed Xan Samanganî de qewimiye. Ehmed Xan Samanganî jî hatiye kuştin. Di nav kuştiyan de hinek senatorên meclîsê din jî hene.
Hadîsa êrîşa întîharî, vê sibehê pêk hat û tê gotin ku bi mehan êrîşek wiha bi şîddet, li sivîlan neqewimîbû. Berdevkê Talîban Zebîhûllah Mucahîd, diyar kir ku tu eleqa wan bi êrîşê ve tune ye.
Tê gotin ku wekîl û qomandar Ehmed Xan Samanganî, li hember Rûsya, di herbê de qomandariya herêma xwe ya Ozbeka dikir. Niha jî di meclîsa Efğanîstanê de, wekîl bû. Digel 130 hezar eskerên Emrîka jî, li Efğanîstanê silh û silametî û ewlehî pêk nayê, roj bi roj hejmaran hadîse û kuştiyan zêde dibe. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.