Li Efğanîstanê Êrîş
2 Eskerên Nato Hat Kuştin
Hejmara kuştiyên eskerên Natoyê zêde dibin. Lê çiqas kuştiyên Natoyê zêde dibin, zulm û wehşeta Natoyê jî ewqas zêde dibin.
Li gor beyana İSAFê, 2 eskerên Natoyê, li başûra Efğanîstanê, bi êrîşên muslumana hatin kuştin. İSAFê, der heqê mîlliyeta eskeran de, agahiyên zêde diyar nekir. Ji serê salê vir ve, 168ê wan eskerên Emerîka, 237 eskerên Natoyê hatine kuştin.
Li aliyê din, li eyaleta Wardakê, êrîş li tankerên Natoyê hat kirin. Di êrîşê de 12 tanker hatin şewitandin û 4 kesên natorvan jî birîndar bûne.
Li Efğanîstanê 130 hezar eskerên Emerîka hene lê heta niha tu emniyeta welêt ne hatiye peyda kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.