Li Efxanistanê erd şemitî û 2100 kes mirin

Li Efxanistanê erd şemitî û 2100 kes mirin

Li Efxanistanê erd şemitî û 2100 kes mirin

Berdevkê hakimê herêma Badixşan li Efxanistanê teqez dike ku di encama şemitîna erdê li gundekî navçeyeke çiyayî li bakûrê rojhilata wî welatî 2100 kesan jiyan ji dest dane.

Nawid Forotan,  berdevkê hakimê herêma Badixşan ji ajansa reutersê re ragihand: Di encama şemitîna erdê de li yek gundî de ku dikeve navçeyekî çiyayî û têde 2100 kes ji 300 malbatan pêk tê jiyana xwe ji dest dane.

Ji aliyê xwe ve jî berpirsên Neteweyên Yekbuyî ragihand ku ji niha ve ew bi hawara 4 hezar kesên din li wê navçeyê de diçin ku di encama karesata roja pêncşemê û îna borî de navçeya xwe bi cî hêştine.

Berpirsên UN dibêjin ku egera şemitîna zêdetir ya erdê li wê navçeyê heye.












 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.