Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 21 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 21 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Efxanistanê di êrîşa bombeyî ya ku bi wesayîta bombebarkirî hat kirin de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li parêzgeha Helmanda Efxanistanê li nêzî stadyumê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş hat lidarxistin. Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û 48 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Walîtîya Helmandê Omer Zuvak derbarê êrîşê de destnîşan kir êrîşkarên xwekuj li nêzî stadyumê wesayîta bombebarkirî ya ku ew bi xwe jî di nav de teqand. Li gor agahîyên ewil di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û 48 kes jî birîndar bûn.

Zuvak di berdewama axavtina xwe de diyar kir di êrîşê de girseya ku ji musabaqaya pêlewanîyê derdiket hat hedefgirtin.

Hêj kesî êrîşê li ser xwe negirtiye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.