Li Elbak û Kerboranê êrîşa mayînî li polêsan hat kirin
Li navçeya Elbaka Wanê û li navçeya Kerborana Mêrdînê teqemenîyên ku berî biha hatibûn veşartin hatin teqandin. Di encama teqandinê de 1 jê giran tevde 5 polês û her wiha 2 sivîl jî birîndar bûn.
Li navçeya Kerborana Mêrdînê li mewkîya Kumdereyê di derdora seat 16.00an de dema ku wesayîta polêsan derbas dibû mayîn hat teqandin. Di teqînê de 1 yek giran tevde 4 polês birîndar bûn. Her wiha li Elbaka Wanê jî dema ku wesayîta polêsan a bizirx derbas dibû teqemenîya ku berî niha hatibû veşartin hat teqandin. Di encama teqînê de 1 jê polês yek jî sivîl tevde 2 kes birîndar bûn.
Her wiha ji ber teqandina teqemenîya ku berî niha li ser rêya Hekarî û Elbakê hatibû veşartin 1 jê polês 1 jî sivîl tevde 2 kes birîndar bûn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.