Li Êlihê bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” bi beşdarbûna 3 hezar û 500 zarokan hat tertîpkirin

Li Êlihê bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” bi beşdarbûna 3 hezar û 500 zarokan hat tertîpkirin

Ji teref Temsîlkarîya Êlihê ya Platforma Nesla Quranê ve ji bo zarokên 7-10 salî bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” hat tertîpkirin. Di bernameyê de, 3 hezar û 500 zarok dest bi nimêjê kirin.

Bernameyên “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” ya ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve li giştîyê Tirkîyê ji bo zarokên 7-10 salî tênê lidarxistin Fînala Êlihê, bi beşdarbûna gelek zarokan hat tertîpkirin.

Ji bernameyê re Parlamentarê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, Serokê Bajarê ya HUDA PARê Davut Şahîn, temsîlkarên STKyan û gelek welatî jî beşdarî bûn. Endamê Komîteya Tertîp a bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” Parêzer Ahmet Cemîl Îptaş, derheqê muhîmtîya nimêj û malbatê de axavtinek kir.

“3 hezar û 500 birayên me hînê nimêjê bûn”

Îptaş di axavtina xwe de weha got, “Platforma Nesla Quranê nêzê 2 hefteyan e, li çar alîyê bajarê bi wesîleya bernameya ‘Jîyan Bi Nimêjê Xweş e’ 3 hezar û 500 zarokên me hînê nimêjê kir. Hemd ji Rebbê me re. Armanca herî mezin ya xuliqandina me evdîtîya ji Xwedê re ye. Lazim e ku em ev şiûra evdîtîyê ji hêşê xwe dernexin. Ger ku em ji nesla xwe re ev şiûra xweşik û nimêjê hîn nekin, em ê nikaribin pêşerojekî ava bikin.”

“Nimêj mirovan ji xerabîyan dûr dixe”

Îptaş bal kişand ku nîşandayîna şiûra evdîtîyê nimêj e û dûre weha got, “Xwedê Teala di Qurana mubîn de weha dibêje, ‘Nimêja ku rast tê kirin, însanan ji xerabîyê dûr dixe’. Nimêj ne îbadet û hereketeke ku mikafata wî tenê di axiretê de tê dayîn e. Ew ê ku dinyaya me xweş û bi nûr dike nimêj e. Li vê derê peyameke ku dêûbav û civak ji xwe re derxînin heye. Ger ku em bixwazin bira dinyaya me jî bibe wek cennetê; ger ku em bixazin zarokên me ji dêûbavên xwe re bihurmet bin, ger ku me bixwazin bira ew ji civaka xwe re bifeyde bin, Xwedê Teala ji me re reçeteyê nîşan dide. Çîmkî nimêj me ji xerabîyan dûr dixe.”

“Kaînat valahîyê qebûl nake”

Îptaş, di dawîya axavtina xwe de ji malbatan re jî axivî û weha got, “Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) gotîye ku ‘Nimêz stûna dîn e û mîraca mumin e. Mîfteha cennetê nimêj e. Ger ku em bixwazin di cennetê de bi zarokên xwe re bighêjin hev , ger ku em bixazin zarokên me di dinyayê de jî jîyana cennetê bijîn û bidin jîyankirinê; em mecbûr in ku ji zarokên xwe re nimêjê bidin hînkirin. Em mecbur in ku şiûra nimêjê ji zarokên xwe bidin. Ger ku em vêya nekin, kaînat valahîyê qebûl nake, wan kesên ku xerabî û minkeratê daxwaz dikin, li ser zarok û neslên me hesabên îfsadê dikin. Ji ber vê yekê ger ku em ji wan zêdetir nexebitin û ji wan zêdetir xeyretê nîşan nedin, Xwedê mihafeze em ê bikevin nav rêyeke ku vegera wî tineye û nesleke winda bikin.”

Bername bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.