Li Êlihê pevçûn: 1 mirî, 5 birîndar
Di pevçûna ku di naveyna du malbatan derket de kesek jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li Taxa 19 Mayisa Êlihê di navbera du malbatan de pevçûna bi çek derket, di encama pevçûna ku derket de kesek jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Bûyer di derdora seat 19.00an de li ser Kolana Harrana Taxa 19 Mayisê pêk hat.Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin di navbera du malbatan de hêj nayê zanîn ji ber çi sedemê ye pevçûna bi sileh derket.Di pevçûnê de kesê bi navê Seyîtxan Çalar(60) jiyana xwe ji dest da û kesên bi navê A.Ç., A,P.,D.Ç. û keseke ku navê wê ne diyar e birîndar bûn.
Piştî bûyerê polês hatin cihê bûyerê û tedbir standin. Hat dîtin ji ber pevçûna ku derketîye gelek berik îsabetî malan kirine.
Di derbarê bûyerê de 4 kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.