Li Êlihê pevçûn: 2 PKKyî hatin kuştin
Hat ragihandin 2 jinên PKKyî yên ku ji teref polêsan ve dihatin teqîp kirin hatine kuştin.
Li Êlihê di derdora êvarê de piştî ku polês ji 2 jinan guman kirin ev her du jin ji teref polêsan ve hatin teqîp kirin. Piştî jinan tê derxistin ku ji teref polêsan ve tên teqîp kirin gule li ser polêsan reşandin û dûvre pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 2 jinên ku hat diyar kirin PKKyî ne hatin kuştin.
Bûyer doh êvarê di derdora 18.30an de li Taxa Aydinlikevlerê ser Cadeya Veysel Karanî pêk hat. Gor agahiyên hatine bidestxistin 2 jinên gumanbar dema ku ji teref polêsan ve tê deranîn polês wan her du jinan teqîp dikin. Dema jin pê dihesin ku tên teqîp kirin li ser polêsan gule direşînin. Di encama vê gule reşandinê de pevçûn derdikeve û 2 jinên ku hat diyar kirin PKKyî ne ji teref polêsan ve hatin kuştin.
Piştî bûyerê gelek tîmên polêsan û cendirme çûn ciyê bûyerê. Dûvre ji bo hawîrdor pêşgiriya ewlehiyê hat girtin.
Piştî ku termên van 2 jinên PKKyî ji teref dozger ve hat tehqîq kirin wan her du cesedan şandin Nexweşxaneya Dewleta Herêm a Êlihê.
Di derbarê bûyerê de Waliyê Êlihê Azmî Çelîk di daxuyaniyê de diyar kir ev 2 jinên ku hatine kuştin piştî tehqîqatê hatiye diyarkirin ku PKKyî ne.
Di derbarê bûyerê de tehqîqat didome…(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.