Li Êlihê pevçûna bisîleh: 5 birîndar

Li Êlihê pevçûna bisîleh: 5 birîndar

Li Êlihê di pevçûna çekdar a di navbira du koman de 5 kes birîndar bûn

Hat îdia kirin ku li Êlihê ji sedem dan û standinê di navbiran du koman de pevçûna çekdar derket,. Di encama pevçûnê de 2 ji wan giran tev de 5 kes birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bi dest xistin pevçûn di dor saet 14.00an de di dikanekê ku li 2000 Îş Merkezîya li taxa Meydanê dimînê de pêk hat. Li gor agahîyan, pevçûn ji ber sedema dan û standinê derketîye.

Li gor îdiayan di destpêkê de pêşî di navbira komê ku hatibû dikanê û di navbira xwedîyên dikanê de nîqaş û xirecir derketîye. Piştî demekê xirecira di navbira her du koman de bû pevçûna bisîleh. Di pevçûna ku pêk hat de 2 ke giran bi tevahî 5 kes birîndar bûn.

Mahsûm Akbulut(20), Tacettîn Erol(29), Cevat Erol(30), Cemal Koç(35) û Şeyhmus Erol ên ku di pevçûnê de birîndar bûbûn  bi ambulansan birin nexweşxaneyên cûr be cûr.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.