Li Êlihê wesayîta parkkirî şewitî
Li Êlihê, wesayîtek ku li baxçeyê kompleksek niştecihbûnê parkkirî bû ji ber sedemek nediyar agir pê ket. Agir ji hêla ekîbên îtfaîyeyê ve hate vemirandin.
Şewat, li taxa Çamlitepe ya navenda bajarê Êlihê qewimî. Li gorî agahiyan, wesayîtek bi plakaya 01 AKU 978 ku li baxçeyê kompleksek niştecihbûnê parkkirî bû, ji ber sedemek nediyar ji nişkê ve agir pê ket.
Dema ku niştecihên cihê bûyerê dîtin ku agir bi lez belav dibe, rewş ji ekîba îtfaîyeyê re ragihandin. Ekîbên ku gihîştin cihê bûyerê li derdorê tedbîrên ewlehiyê girtin û agir vemirandin. Piştî hewldanên dijwar, agir hate vemirandin, lê wesayîtê ziyanek mezin a maddî dît.
Hat hînbûn ku di şewatê de ti kes nemiriye û ne jî birîndar bûne. Ji bo diyarkirina sedema şewatê lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.