Li Emrîkayê çalakîyên protestoyê belav dibin
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Emrîka piştî ku du kesên reşik hatin kuştin re bûyer derketibûn ku ev bûyer belavî çend bajarên din jî bûn û bênavber didomin.
Piştî ku li Emrîka du kesên Afro-Emrîkayî ji teref polêsan ve hatin kuştin re protesto dest pê kirin.Berî vê çend rojan di xwepêşanên protesto yên ku li Dallasê hatin tertîpkirin de 5 polês hatibûn kuştin.Piştî bûyera ku pêk hat re Serokê DYEyê Barack Obama vegeriya welatê xwe û ew ê digel lijneyeke asta bilind biçe Dallasa ku lê 5 polês hatin kuştin.
Di xwepêşanên ku li DYEyê hatin kirin de şidet û tundiya polêsan hat şermezarkirin û bi hezaran kes beşdarî xwepêşanên ku dihatin lidarxistin bûn.Pêşander li Chîcagoyê rê ji trafîkê re girtin.Her wiha li Kalîforniyayê jî qelebalixeke girseyî tevlî xwepêşanan bûn.
Di xwepêşanên ku hatin tertîpkirin de gelek kes hatin binçavkirin.Di nava kesên ku hatine binçavkirin de Serokê Hereketa ‘Jiyana Reşikan Girîng e/ Black Lives Matter’ aktîvîst DeRay Mckesson jî heye.Hat ragihandin aktîvîst DeRay Mckesson li bajêra Baton Rougeya ku girêdayê eyaleta Louisianayê hatiye binçavkirin.
Obama diçe Dallasê
Serokê DYEyê Barack Obama ew ê îro biçe Dallasê û ew ê beşdarî merasîma ku ew ê ji bo polêsan bê tertîpkirin bibe.Tê diyarkirin ew ê Obama di merasîmê de axavtineke bike û ew ê malbata kesên ku di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane ziyaret bike.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.