Li Emrîkayê êrîşî pîreka Misliman kirin

Li Emrîkayê êrîşî pîreka Misliman kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li New Yorka Emrîkayê êrîşî pîreka Misliman kirin û cil û berga wê dan ber agir.

Di daxuyaniya ku ji teref Teşkîlata Polêsan a New Yorkê ve hatiye dayîn de hat ragihandin di 10ê Îlonê de  êrîş li pîrekeke Misliman a 35 salî hatiye kirin û cil û berga wê hatiye şewitandin.

Hat ragihadin di bûyera ku pêk hatiye de tiştek bi pîreka Misliman nehatiye û di derheqê kesê êrîşkar de lêpirsîna ‘Sûca Nefretê’ hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniya ji teref Konseya Têkiliyên Îslam-Emrîka hatiye dayîn de jî hat destnîşankirin  her roja ku diçê êrîşên ku li Mislimanan tên kirin zêdetir dibin.(ÎLKHA)



 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.