Li Emrîkayê Protesto Berdewam in
Jı ber kuştına cıwanekî zencî yê bêsîleh ya lı eyaleta mîssûrîyê, protestoya xelkê zencî û mıdaxela hêzên emrîkaya îşgalker û zulumkar dewam dıke. emrîkaya hawarîyê demokrasî û heqên însanan, careke dın nîşan da ku dıjmınê însanîyetê ye.
Emrîkaya îşgalker bi ser navê demokrasî û aşîtîyê, li coğrafyaya Îslamê kevir li ser kevirî nehiştîye. Rûyê rengê Emrîkaya zorba û dijminê însanîyetê careke din eşkere bû.
Çendakî berê li eyaleta Mîssûrîyê, ciwanekî zencî yê 18 salî û bêsîleh ji aliyê polîsê Emrîkayê ve hatibû kuştin. Ji ber kuştina ciwanê han protestoyan dest pê kiribûn. Niha protesto li welêt belav dibin. Bi milyonan kesên zencî, tînin ziman ku bi salan e marûzî cûdaxwaztiyê dibin, qet ji me’mela welatiyê çîna duyem xelas nebûne.
Ev serê çendakî ye ku polîs li ber protestoyan şîddetê rast dike û dixwaze bi zor û şîddetê protestovanan ji hev belav bike. Di dawîn de rewşa derasayî û yesaxa derketina kuçeyan hat îlankirin. Lê ev hal jî rê li ber protestoyan negirt.
Ev serê heftekê ye ku li Mîssûrîyê protesto dewam dikin. Nîşangerê Emrîkayê gulle bera protestovanan dan. Di hedîseyan de gelek kes birîndar bûn.
Li mehela Fergusona Louisê ya ku derketina kuçeyê lê qedexe ye, li gelek deveran protesto hatin rastkirin. Li gelek eyaletên din jî ji bo destekê bidin zenciyan, bi navê “destê xwe bilind ke, êrîş neke” protesto hatin destpêkirin.
Li aliyê din rapora otopsiyê ya der barê kuştina Michael Brownê 18 salî de hat weşandin. Li gorî xebera New York Timesê, li gorî pêşrapora ku xisûsî hatiye kirin, ciwanê bêsîleh li mehela Fergusonê bi şeş gulleyên polîs can daye. Du gulle li serê wî, yên din jî li milê wî yê rastî ketine.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.