Li Enqereyê parçeya balafira F-4ê  ket xwarê

Li Enqereyê parçeya balafira F-4ê ket xwarê

Li navçeya Çanqeyaya Enqereyê perçeyeke aîdê balafira herbê ya F-4ê li otoparqa vekirî ya aîdê TPAOyê ket xwarê.

Wezareta Parastin a Neteweyî, daxuyand parçeyeke aîdê balafira herbê ya F-4ê ya di dema firînê de ji asîmanên Enqereyê li ser otoparqa vekirî ket xwarê.

Ji ber ku wê perçeya balafirê ku tê îdîakirin ew tanqa sotemenîyê ye li ser wesayîtan ket xwarê û di wan wesayîtan de xesara meddî pêk hat.

Di encama bûyerê de mirî an jî birîndar çênebûn.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hatin destpêkirin û berdewam dikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.