Li Entabê qeza: 2 mirî, 22 birîndar
Li navçeya Qurêder a Entabê otobûseke rêwîyan û tirekî li hev qelibîn, di encama qezayê de şofêrê otobûsê û muavînê wê canê xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.
Otobûsa ku sefera Qonye-Kolikê dikir, li alîyê navçeya Qurêder a Entabê li tirê qelibî.
Piştî qezayê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
22 rêwîyên ku di qezayê de birîndar bûbûn, ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.
Hat diyarkirin ku şofêrê otobûsê T.D. û muavîn M.S.Ç. canê xwe ji dest dan.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.