Li Entabê qeza: 5 mirî 2 birîndar

Li Entabê qeza: 5 mirî 2 birîndar

Li ser rêbeja Riha û Entabê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin qeza li ser 22emîn kîlometreya rêbeja Riha û Entabê pêk hat.Wesayîta bi pleqeya 52 FP 166 a ku ajokarê wê Muslîm Bîlgîç bû û wesayîta bi pleqeya 63 VD 748 ê ku ajokarê wê Celal Mece bû li hev qelibîn.Di encama qezayê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Di qezayê de kesên bi navê Cemal, Adîle û Zeynep Bîlgîç, Alîye û Celal Mece jiyana xwe ji dest dan û kesên bi navê Muslîm û Gulîzar Bîlgîç jî birîndar bûn.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.