Li Erxeniyê şer: 3 polês mirin
DİYARBEKİR - Li Erxeniyê di dema serdegirtina malekî de şer derket. Di encamê de 3 polês jiyana xwe ji dest dan û 2 polês jî birîndar bûn.
Li navçeya Erxeniya Diyarbekirê polêsan dema ku di malekî de serdegirtin kirin pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 3 polês jiyana xwe ji dest dan û 2 polês jî birîndar bûn.
Gor agahiyên hatine bidestxistin li Taxa Fevzî Çakmaka Erxeniyê de di derdora saet 02.00an de li mala ku 5 PKKyî tê de bûn serdegirtin hat lidarxistin. Di wî demê de di nabeyna PKK û polêsan de şer derket.
Gor agahiyên hatine bidestxistin 2 polêsên bi navên E.Y. û S.A. li dera pevçûn hebû jiyana xwe ji dest dan û polêsê bi navê A.C. jî di Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenî de jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku pevçûn heta berê sibe (05.10) domiye. (ÎLKHA)
İLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.