LI EWRÛPAYÊ DIJMINANTIYA ÎSLAMÊ
LI WELATÊN ĞERBÊ, BI BIHANA DAÎŞÊ DIJMINATÎYA ÎSLAM Û MUSLUMANAN BI ZÊDEYÎ DEWAM DIKE. VÊ DAWÎN DÎSA CAMÎYEK HAT ŞEWITANDIN. FRANSA, ‘EMRÎQA Û ELMANYA Jİ BI NAVÊ QANÛNÊN DIJÎ TERORÊ, BI SEPANDINÊN IRQÇÎ HEQ Û MAFÊN MUSLUMANAN BIN PÎ DIKIN
Li welatên Ewrûpayê bi mehan bi ser navê DAÎŞê, muslumanan wek ji hêla şiddet û terorê dide nîşan dan û sawa tirsê di serî de camî, komel û ceaatan û li ser hemî muslumanan, piştî êrîşên 11ê îlonê dîsa hat dîtin.
Vê dawîn dîsa li paytextê Îsveçê li bajarê Avestê camîyek hat şewitandin. Şewat bi midaxela tîmên agir kujê, berîya ku mezin bibe hat tefandin.
Di serî de welatên Ewrûpa, Îngîltere, Fransa û Elmanya zor û t’adeya polêsan ya li ser sazîyen sivîl û avahîyên muslumanan didome.
Li welatên ğerbê qaşo bi qanûnên dijî terorê, heq û mafen muslumanan yên wek ewlehîya can, mal kom kirin û seyahata bi azad û jîyana wana bi taybet tên bin pî kirin û tune tê hesab kirin.
Di navbera mehekê de li Îngîltereyê zêdetirî 200 musluman bûne hedef. Ji sazîya sivîl ya “Tell Mama” hat beyan kirin ku ev reqam rastîyê nîşan nade û tê dîyar kirin ku gelek muslumanên ku marûzî êrîşan bûne newêrin behsa zulma ku lê hatîye kirin bibêjin jî hene.
Li ğerbê gelek musluman ji ber sernuxumandinê û bi nav kirina terore marûzî zulm û t’adeyan dibe. Di medyayê de jî, her roj herî hindik 3 xeberê ku di naveroka wê de li dijî Îslamê neyartî heye ten serwîs kirin.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.