Li Ewrûpayê ji bona êtîman bernamê hat lidarxistin
Yetîm Dera Ewrûpaya ku Sazîya Alîkarîya Însanî ya Navteweyî ye li Ewrûpayê ji bona kesên êtîm bernamê li dar xist, bername bi beşdarbûna gelek kesên xêrxwaz hat lidarxistin.
Bernameya ku ji teref Yetîm Dera Ewrûpa ya ku Sazîya Alîkarîya Însanî ya Navteweyî ye li bajêra Wîesbadena Almanyayê hat lidarxistin.Kesên mîna Arîkarê Serokê Giştî yê Berpirsîyarê Têkilîyên Derve yê HUDA PARê Saît Şahîn, Serokê Yekîtîya Alimên Ewîrûpayê Abdulkadîr Aydin, Endamê Yekîtîya Alimên Ewîrûpayê Yahya Yilmaz û Lêkolîner û Nivîskar Ozkan Yaman beşdarî bernamê bûn.
Bername bi tîlaweta Qur’ana Kerîm ya ku ji teref Hasan Sadikî ve hat xwendin dest pê kir û di bernameyê de ji teref hunermendên Ajansa Ozlemê Bîlal, Ozcan û Burhanettîn ve îlahî û ezgî hatin xwendin.
Di bernameyê de her wiha temsîlkarên dildar ên Yetîm Dera Ewrûpayê jî cihê xwe girtin.Her wiha Serokê Giştî yê Sazîyê Murat Korkut, Arîkarê Serokê Giştî Huseyîn Ateş, endamên Lijneya Îdareyê û temsîlakerê Tirkîyê Nurullah Gunaydin jî beşdarî bernameya ku ji bona êtîman hat lidarxstin bûn.
Serokê Giştî yê Yetîm Dera Ewrûpayê Murat Korkut di bernameyê de axavtinek kir û dest nîşan kir ew wek Yetîm Der li 52 welatan fealîyetên xwe bi rê ve dibin. Korkut her wiha diyar kir armanc û hedefa wan a ewil ji kesên êtîm, sêwî, feqîr û jar re alîkarî kirine.
Di berdewama bernamê de kesên ku beşdarî bernamê bûbûn li ser girîngîya mijarê axavtinên cûrbecûr kirin û fikr û ramanên xwe anîn ziman.
Bernamê bi duaya ku ji teref Serokê Yekîtîya Alimên Ewrûpayê Abdulkadîr Aydin ve hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.