Li Farqînê çalakiya 'Dijî girêdayiya madeyan û baronên tiryakê yek dil' hat lidarxistin
Li navçeya Farqîna Amedê, bi pêşengiya HÜDA PARê û bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl (STK) ên navçeyê, çalakiya 'Dijî girêdayiya madeyan û baronên hişbirê yek dil' hat li darxistin.
Li navçeya Farqînê, çalakiya ku bi pêşengiya HÜDA PARê û bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl (STK) hat li dar xistin, bi temaya "Ji hişbirê re derbasbûn tune ye" hat çêkirin.
Di çalakiya ku meş û daxuyaniya çapemeniyê hat kirin de, hemberî belaya hişbirê ku yek ji gefên civakî yên herî mezin ên Tirkiyeyê ye îradeya hevpar hat nîşandan; hat diyar kirin ku hişbirinê êrîşeke global e ku ciwanan dike hedefa xwe.
Hat ifade kirin ku ev êrîş ne tenê kesan; armanc dike ku malbatê, civakê, exlaq û paşeroja millet tune bike.
Li ser navê nûnerên partiyên siyasî û STKyan, daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Serokê Navçeya Farqînê yê AK Partiyê Volkan Karadeniz ve hat xwendin.
Karadeniz di daxuyaniya çapemeniyê de got: "Em îro li vir ne tenê ji bo Farqînê, ji bo ku hemberî belaya hişbirê ku yek ji gefên civakî yên herî mezin ên Tirkiyeyê ye îradeya xwe ya hevpar îlan bikin civiyan."
Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku Karadeniz xwend de cih dan van ifadeyan:
"Nûnerên Hêja yên Partiyên Siyasî,
Rêvebirên Hêja yên Saziyên me yên Civakî yên Sivîl,
Muxtarên me yên Hêja, Endamên Çapemeniyê û
Hevwelatiyên me yên Ezîz ên Farqînî;
Em îro li vir ne tenê ji bo Farqînê, ji bo ku hemberî belaya hişbirê ku yek ji gefên civakî yên herî mezin ên Tirkiyeyê ye îradeya xwe ya hevpar îlan bikin civiyan.
Farqîna me ku bi mîrasa xwe ya şaristaniyê ya ku ji kûrayiya dîrokê diherike bilya çavê Diyarbekira me û yek ji kevirên bingehîn ên Mezopotamyaya qedîm e; di seranserê dîrokê de ji qraliyetan re paytextî kiriye û bûye yek ji wan erdnîgariyan ku kultûr, ilm û şaristanî tê de bi herî zindî hatine jiyîn."

Hişbir, êrîşeke global e ku ciwanên me dike hedefa xwe. Ev êrîş ne tenê kesan; armanc dike ku malbatê, civakê, exlaq û paşeroja milletê me tune bike. Bêdengmayîn, bûn û mayîna şirîkê vê xiyanetê ye.
Em, wekî partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl (STK) ên li Farqînê bi zelalî ifade dikin ku; divê heta dawiyê hemberî firoşkarên hişbirê ku ciwanên me jehrî dikin, sazîyên ku wan diparêzin û hemû aliyên vê bazarganiya qirêj têkoşîn bête kirin.
Em ê esla rê nedin ku paşeroja kolanên me û zarokên me ji aliyê van sazîyên tarî ve bête tarîkirin!
Erka herî bingehîn a dewletê; parastina giyan (can), mal û neslê welatiyê xwe ye. Ji ber vê yekê meşandina têkoşîneke biryardartir, tundtir û bêtavîz a hêzên me yên ewlehiyê, organên darazê û hemû saziyên eleqedar ên hemberî firoşkarên hişbirê, torbeciya û baronên hişbirê êdî ne tercîheke, mecbûriyeteke.
Bi heman awayî malbat jî eniya herî girîng a vê têkoşînê ne. Bêyî ku em ewladên xwe îhmal bikin, bi mezinkirina wan a bi nirxên manewî re, avakirina îqlima malbatê ya ku dê wan ji adetên xirab dûr bigire berpirsiyariya me hemûyan e. Divê em zarokên xwe ne ber bi kolanan ve; ber bi mizgeft, meclisên ilmê, salonên sporê û faaliyetên civakî yên bikêrhatî ve araste bikin.
Îslam; parastina aqil, nesil û rûmeta mirovan emr dike. Ji ber vê yekê têkoşîna hemberî hişbirê ne tenê hiquqî ye, di heman demê de berpirsiyariyeke wijdaniyî û dînî ye.
Em ji vir bang li hemû Tirkiyeyê dikin:
Hişbir, ne ya tu dîtinên siyasî ye; dijminê hevpar ê hemû civakê ye. Di vê meseleyê de hewcedarî bi jihevcihêbûnê (veqetînê) tune ye, hewcedarî bi yekbûnê heye. Ji bo paşeroja ciwanên me divê hesabên siyasî li aliyekî werin hiştin, têkoşîneke hevpar û neteweyî bête meşandin.
Birikîna şaristaniyê ya hezar salî ya Farqînê, xwedî wê hêzê ye ku vê dorpêça tarî ya ku îro pê re rû bi rû maye derbas bike. Bi zêdekirina imkanên civakî, bi vekirina qadên nû yên îstîhdamê ji bo ciwanên me, bi anîna pêşiya perwerde, huner û werzişê (sporê) em ê di her mercî de xwedî li ewladên xwe derkevin.
Ev banga ku ji Farqînê bilind dibe, bila li her çar aliyên Tirkiyeyê bête belavkirin. Werin em hemû bi hev re xwedî li ciwanên xwe derkevin. Em kolanên xwe teslîmî bazarganên jehrê nekin. Em paşeroja ewladên xwe teslîmî tarîtiyê nekin, teslîmî ilm, exlaq û hêviyê bikin.
Em ê rê nedin hişbirê! Em ê nehêlin ciwanên me werin jehrîkirin!
Hevwelatiyên me yên Hêja! Em ê ciwanên xwe bi awayekî ku layîqî Farqînê be bi ilm, îrfan, werziş, manewiyat, huner û zanaatê ji paşerojê re amade bikin. Rastî kîjan zehmetiyê werin bila bibe; em biryardar in ku li kêleka ewladên xwe bisekinin û di her mercî de xwedî li wan derkevin.




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.