Li Fîlîpînan bernameya Evîndarên Pêxember

Li Fîlîpînan bernameya Evîndarên Pêxember

Ji teref Yetîm-Dera Ewrûpayê ve li Fîlîpînan bernameya Evîndarên Pêxember hat tertîbkirin.

Ji teref Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku saziya alîkariya navneteweyî ye ve li bajêra Zamboanga Fîlîpînan ji bona pîrek û zarokan bernameya Evîndarên Pêxember hat tertîpkirin.Di bernameya ku tê de qala Resûlullah hat kirin de ji zarokan re hediye û xelat hatin belavkirin û ji malbatên ku mexdûr û hewcedar in re jî alîkarî hat kirin.

Di derbarê bername û alîkariyên ku hatine kirin de Nûnerê  Fîlîpînan ê Yetîm-Dera Ewrûpayê  Mehmet Polater ji ÎLKHAyê re axivî û diyar kir berî vê 3 salan li bajêr şewateke mezin derketîye û xelkê bajêr hê jî êşa vê şewatê dikşînin

Poletere di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Em wek Yetîm-Dera Ewrûpayê dê her tim him di qada manewî û him jî di qada madî de jî li ba wan bin. Di bernameya ku me tertîb kir de xwişkek me ji heyata pêxemberê me mînakan vegot û dûvre ji kesên mexdûr re alîkarî hat belavkirin û ji zarokan re xelat û hediye hatin dayîn.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.