Li Filîpînê Şewat

Li Filîpînê Şewat

10 Hezar Kes Bêmal Man

Li gor diyar kirina xeberên ajansan, li Manîlaya paytextê Filîpînê, li mehelleke waroş şewat derket. Deh hezar kesî, bê mal hişt.

Şewat li mehella Tondo, derketiye. Di demeke pir kin de, zêde belav buye. Sebebê wê ne kifşe. Ekîbên îtfaiyê, di vemirandina agir de, acîz man, alîkariyê ji ekîbê emniyeta peravê xwestin. Di şewatê de 3 kes birîndar bûn, du kes jî winda ne.

Tê gotin ku qismek kesên bê mal mane, di salonên sporê de, bi cîh bûne. Li mehellê gelek kesan, malê xwe li ser beştên ku bi ser avê ketine, ava kirine. Wekî tê zanîn, par jî li mehelleke din şewat derketibû. Dîsa 8 hezar kes bê mal mabûn. Di vê şewatê de jî, deh hezar kes, bê mal man. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.